Mesrûr Barzanî Roja Cîhanî ya Jinan li hemî jinên Kurdistan û cîhanê pîroz dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyamekê de Roja Cîhanî ya Jinan li hemî jinên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz kir û ragihand: Ez piştgiriya xwe ji bo daxwaz û mafên wan ên rewa tekez dikim.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 8ê Adara 2026ê) bi helkefta Roja Cîhanî ya Jinan peyamek li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê belav kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de gotiye: Roja Cîhanî ya Jinan li hemî jinên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz be.

Mesrûr Barzanî herwesa nivîsiye: Min gelek rêz ji bo xebat û têkoşîn û rola berçav a jinên Kurdistanê heye û ez piştgiriya xwe ji bo daxwaz û mafên wan ên rewa tekez dikim.