Serok Barzanî sersaxî ji Şêx Cafer Şêx Mistefa re xwest

Serok Barzanî
Serok Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî bi rêya telefonê peywendî bi Şêx Cafer Şêx Mistefa kir û ji ber koça dawiyê ya birayê wî sersaxî ji wî û malbata wî re xwest.

Serok Mesûd Barzanî îro (Yekşem, 8ê Adara 2026ê) bi rêya telefonê peywendî bi Şêx Cafer Şêx Mistefa kir.

Serok Barzanî di wê peywendiya telefonî de sersaxî ji Şêx Cafer Şêx Mistefa û malbat û xizmên wî re xwest û hevxemiya xwe ji wî re diyar kir, ji ber koça dawiyê ya birayê wî Şêx Hisên Şêx Mistefa.