Mesrûr Barzanî: Êrîşên li ser Herêma Kurdistanê tu hincet nînin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê  Herêma Kurdistanê tekez kir ku, ew bi tu rengan qebûl nakin ku êrîşên li ser Herêma Kurdistanê berdewam bin. Bang li hikûmeta Iraqê jî kir ku, sînorekî ji bo tawanbaran deyne.

Serok Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 8ê Adara 2026ê) tevlî behiya şehîd Welat Tahir bûn, ku şevêdî (Şemî, 7ê Adara 2026ê) di encama êrîşeke bi dronan de li Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê şehîd bû.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke rojnamevanî de sersaxî ji malbata şehîd Welat Tahir, Serok Barzanî û gelê Kurdistanê re xwest û got: Bê guman, ev ne şehîdê yekê yê Kurdistanê ye û şehîdê dawiyê jî nabe.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi tundî êrîşên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kirin û ragihand: Wan êrîşan tu hincet nînin û tenê ji ber kerb û kîneke zêde li beranberî Herêma Kurdistanê û gelê wê ye. Tekez jî kir: Divê ew şovenîst bizanin ku ev helwesta dijminane ya li beranberî Herêma Kurdistanê hatiye wergirtin dê ji bîra gelê Kurdistanê neçe.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bang li hikûmeta federal a Iraqê û parlementoya wê kir ku, helwestek hebe û sînorekî ji bo van tawanbaran deynin; "Ji ber ku mixabin, heta niha jî ew komên van tiştan dikin ji hêla hikûmeta Bexdayê ve tên peredarkirin û mûçe û çek bi wan tên dayîn”.

Mesrûr Barzanî herwesa got: Daxwaza me ew ku ev terorîst zêdetir êrîşî Kurdistanê nekin û me bi zorî nexin nav rewşekê ku pêdivî be em helwesteke din werbigirin. Tekez jî kir: Em bi tu awayan qebûl nakin ku ev êrîş berdewam bin û herwesa em qebûl nakin ku xwîna şehîdên me jî belaş biçe.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa got: Em dê hemî bizavan bikin ku Kurdistanê ji şer û gêleşokê dûr bixin, lê wekî cenabê Serok Barzanî kerem kir, her tiştekî sînorên xwe hene. Em hêvî dikin ku hikûmeta federal jî bê ser xetê û sînorekî ji bo tawanbaran deyne û êdî piştgiriyê nede wan.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez jî kir ku, Herêma Kurdistanê tu demekê ji bo tu welatekî cîran çavkaniya xeterê nebûye û dê nebe jî. Herwesa bang li civaka navneteweyî jî kir ku, ji bo parastina Herêma Kurdistanê alîkar be.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser rewşa elektrîkê jî ron kir ku, pirsgirêk ne li aliyê wan e, belkî şîrketên berhemandina petrol û gazê berhemên wan kêm kirine, û hêvî jî kir ku piştî bidawîbûna şer, rewş vegere asta xwe ya berê û ew pirsgirêk di zûtirîn dem de bê çareserkirin.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.