Mesrûr Barzanî ji nêz ve çavdêriya rewşa birîndarên êrîşa şeva borî dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana nexweşxaneyê kir, da ku ji nêz ve haydarî rewşa tenduristiyê ya birîndarên êrîşa şevêdî ya li ser Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê be, herwesa daxwaza çûareserbûneke bilez ji wan re kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di çarçoveya şopandina berdewan a ji bo rewşa ewlehî û tenduristiyê ya welatiyan û hêzên ewlehiyê de, piştî nîvorya îro (Yekşem, 8ê Adara 2026ê) serdana nexweşxaneyê kir, bi merema dîtin û piştrastbûna ji tenduristiya karmendê Asayîşa Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê Nazim Mihemed Kanebî.

Ev serdana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî wê yekê tê ku şevêdî, di êrîşeke nerewa û têkderane de li ser Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê, Nazim Mihemed di dema bicihanîna erkê xwe de ji bo parastina ewlehiya balafirxaneyê û canê welatiyan û geştiyaran birîndar bû.

Di çarçoveya serdana xwe de, Mesrûr Barzanî ji nêz ve bi tîmên bijîşkî re nîqaş kir û rênimayên pêdivî dan wan, ku hemî bizavan ji bo bi lez çareserkirina û vegerandina tenduristiya navbirî bi tevahî bikin, herwesa daxwaza çûareserbûneke bilez ji birîndaran re kir.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.