SOHR: Ciwanekî Kurd di girtîgehên Asayişa Hesekê de jiyana xwe jidest da
Navenda Nûçeyan (K24) – Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand, kesê bi navê Alaa Ednan Emin, ku xwediyê nasnameya Swêdê ye, piştî çend mehan ji girtinê ji aliyên Asayişa Hesekê ve, termê wî radestî malbata wî hate kirin.
Li gorî zanyariyên Rewangehê, asayişê malbata Alaa Ednan Emîn (33 salî) agahdar kiriye, ku termê kurê xwe ji nexweşxaneya Hesekê werbigirin. Alaa ku Kurdekî bajarê Qamişlo ye û ji bo serdana malbata xwe û zewacê vegeriyabû herêmê.
Alaa roja 7ê Îlona sala borî de ji Swêdê vegeriyabû Qamişlo. Di 20ê Cotmehê de jî, hêzên Asayîşa bajarê Qamişlo bi ser mala bavê wî de girtin û bêyî ti biryarekî dadgehê ew binçav kirin. Ji wê rojê ve malbata wî ti agahî jê wernegirtibûn û destûr nehatibû dayîn ku ew peywendiyê bi wî re bikin.
Malbata Emin aşkere kir, bavê Alaa duh Duşemê telefoneke wergirtiye ku "were kurê xwe li Hesekê werbigire", lê dema çûye Nexweşxaneya Niştimanî ya Hesekê, termê kurê xwe di sarincê de ditiye.
Li gorî rapora bijîşkê dadî, Alaa di serê meha Çileya îsal de jiyana xwe ji dest daye. Yanî cenazeyê wî du meh piştî mirina wî radestî malbatê hatiye kirin. Bijîşk herwiha destnîşan kir ku di serê wî de şikestin heye, ku ev wekî nîşaneya eşkenceyê tê nirxandin.
Rewangehê Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR) ev bûyer bi tundî şermezar kir û daxwaz kir ku derbarê sedema mirina Alaa di girtîgehên Rêveberiya Xweser de, lêpirsîneke lezgîn û zelal were destpêkirin. SOHR daxwaz dike ku berpirsên vê mirinê derkevin pêşberî dadgehê û cezayê xwe werbigirin.