Li Wanê ji ber barîna berfê rêyên 143 gundan hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Wanê û çendîn bajarên din ên Bakurê Kurdistanê, ji ber barîna berfa giran jiyan bi awayekî neyînî bandor bû û rêyên bi sedan gund û navçeyan li ber çûnûhatinê hatin girtin.

Li bajarê Wanê, bi şev barîna berfê ji nişka ve dest pê kir û heta serê sibê berdewam kir. Ji ber berfa zêde, li seranserê parêzgehê rêyên 143 gund û gundikan hatin girtin. Li ser vê yekê, tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo vekirina rêyan ketin nava tevgerê.

Navenda Koordînasyona Afetê ya Şaredariya Bajarê Mezin (AKOM) ragihand, tîmên wan bi şev û roj dixebitin. Hat diyarkirin ku bi giştî 240 wesayîtên berfpakirinê û 600 karmend li ser torên rêyan ên ku dirêjahiya wan digihîje 5 hezar kîlometreyan, xebatên xwe dimeşînin, da ku rêyên girtî di demek kurt de werin vekirin.

AKOMê her wiha hişyarî da welatiyan û destnîşan kir ku li gorî pêşbîniyên meteorolojiyê barîna berfê dê berdewam bike. Hat xwestin ku welatî li hemberî egerên qezayan, qeşagirtin û astengiyên çûnûhatinê baldar û hişyar bin.

Ji bilî Wanê, pêla sermayê û berfê li bajarên wekî Çewlig, Bedlîs, Colemêrg, Şirnex û Sêrtê jî bandoreke neyînî li ser jiyana rojane kir. Li van bajaran jî rêyên gelek gundan hatine girtin û tîmên taybet ji bo vekirina rêyên gundewarî dest bi xebatan kirine.

Li herêmên çiyayî yên wekî Colemêrg û Bedlîsê, ji ber mij û berfê astengî di gihandina xizmetên sereke de têne dîtin.