Neçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê nabe beşek ji şer û divê Bexda êrîşan rawestîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî di civîneke bilind a ewlehiyê de tekez kir, axa Herêma Kurdistanê nabe çavkaniya gefê ji bo Îran û welatên cîran. Herwiha bang li hikûmeta Iraqê kir, rê li ber êrîşên komên "li derveyî qanûnê" bigire.
Bi serpêrştiya Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmerge Neçîrvan Barzanî, îro 10ê Adarê civîneke bilind a serbazî û ewlehiyê li Hewlêrê birêve çû. Di civînê de metirsiyên şerê li navçeyê hatin nirxandin û komek biryarên nû yên ewlehiyê hatin girtin.
Di civînê de, Cîgirê Serok Şêx Ceifer Şêx Mistefa, Wezîrên Pêşmerge û Navxwe, Sererkanê Artêşê û fermandarên payebilind ên Pêşmerge amade bûn.
Serok Neçîrvan Barzanî helwesta fermî ya Herêma Kurdistanê nû kir û got: "Herêma Kurdistanê bi ti awayî nabe beşek ji şer û pevçûnan. Parastina aramiya welat ji bo me di ser her tiştî re ye."
Nêçîrvan Barzanî herwiha tekez kir ku "bi ti awayî rê nayê dayîn ku axa Herêma Kurdistanê bibe çavkaniya gef û metirsiyê ji bo Komara Îslamî ya Îranê yan jî ti welatekî din ê cîran."
Banga ji bo Bexdayê: Êrîşên mûşekî rawestînin
Civînê bi tundî ew êrîşên dronî û mûşekî şermezar kirin ku ji aliyê "komên li derveyî qanûnê yên Iraqê" ve li ser Herêma Kurdistanê têne kirin. Di daxuyaniya Serokatiya Herêmê de hat gotin ku ev êrîş binpêkirina serweriya Iraqê ne û metirsiyê li ser aramiya giştî çêdikin.
Serokatiya Herêmê peyamek arasteyî Bexdayê kir û ragihand: "Hikûmeta Federal a Iraqê berpirsiyar e ku erka xwe cîbicî bike, da ku rê li van êrîşan bigire, sûcdaran bibîne û wan ceza bike."
Rênimayên ji bo medyayê û spasiya Pêşmerge
Di civînê de herwiha rênimayên nû ji bo saziyên ragihandinê hatin derxistin ku di rûmalkirina bûyeran de baldar bin. Di dawiyê de, pesnê xebat û kedkariya hêzên Pêşmerge û saziyên ewlehiyê hat kirin ku bi şev û roj ji bo parastina xak û xelkê Kurdistanê di dewrê de ne.