Fidan bo Iraqçî: Binpêkirina asmanê Tirkiyeyê nayê qebûlkirin

Hakan Fidan
Hakan Fidan

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan di peywendiyeke telefonî de bi Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî re haydarî da ku, welatê wî binpêkirina asmanê Tirkiyeyê bi tu awayekî qebûl nake.

Ajansa fermî ya nûçeyan a Tirkiyeyê ji çavkaniyên Wezareta Derve ragihand ku, Hakan Fidan di peywendiyeke telefonî de bi Ebas Iraqçî re tekez li ser wê yekê kir ku, Tirkiye dê li ser bicihanîna hemî rêkarên pêdivî ji bo rûbirûbûna her binpêkirineke ku li ser asmanê welatê wê tê kirin berdewam be.

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê tekez jî kir ku, divê hemî alî ji wan pêngavan dûr bin ên ku dibin sedema têkdana ewlehiya deverê û xeterê li ser canê sivîlan.

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî jî ragihand ku, ew mûşekên ku ber bi asmanê Tirkiyeyê ve hatine avêtin ji aliyê Îranê ve nehatine avêtin. Amaje jî da ku, Tehran lêkolîneke tevalî û hûr li ser wê bûyerê dike.

Ev peywendiya telefonî di demekê de hat kirin ku, di çend rojên borî de ji ber şer û aloziyên deverê hin parçeyên mûşekan li nav axa Tirkiyeyê ji aliyê NATOyê ve hatin êxistin û Tirkiyeyê jî bi rengekî fermî sîstema berevaniyê ya Patriot li bajarê Malatyayê bincih kir.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.