Wezîrê Ceng ê Amerîkayê: Êrîşên me li ser Îranê gurtir dibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Ceng ê Amerîkayê Pete Hegseth ragihand, Amerîka dê êrîşên xwe yên li ser Îranê hîn gurtir bike û aşkere kir ku şiyana Tehranê ya hilberîna mûşekan bi temamî hatiye rûxandin.

Wezîrê Ceng ê Amerîkayê Pete Hegseth îro 10ê Adarê di konferanseke rojnamevaniyê de li Washîngtonê, bi tundî êrîşî desthilatdariya Îranê kir û armancên nû yên operasyonên serbazî yên welatê xwe eşkere kirin.

Hegseth diyar kir, hêzên Amerîkayê di êrîşên xwe de serkeftineke mezin bi dest xistine û got: "Me karî şiyana berhemanîna mûşekan a Îranê bi temamî jinav bibin. Niha şiyana Tehranê ya ji bo avêtina mûşekan bi awayekî berçav kêm bûye û ketiye asteke herî jêrîn."

Wezîrê Ceng ê Amerîkayê di beşeke din a axaftina xwe de, Îran tawanbar kir ku "cihên sivîl mîna dibistan û nexweşxaneyan ji bo avêtina mûşekan bikar tîne" û bi qestî sivîlan dike armanc. Hegseth gefeke tund li Tehranê xwar û destnîşan kir ku armanca wan a sereke ya vê qonaxê, tinekirina temamî ya hêza deryayî ya Îranê ye.

Hegseth rewşa niha ya Îranê wekî 'îzolekirî û lawaz' pênase kir û got: 'Niha Îran bi tenê maye.' Herwiha anî ziman ku êrîşên wan ên îro yên li ser Îranê dê ji hemû êrîşên berê tundtir bin. Tekez kir jî, Amerîka bi rêya serdestiya hêza asmanî û cîbicîkirina biryarên Trump, dê bi ser wî welatî de serkeftinê bidest bixe.

Derbarê bernameya atomî ya Tehranê de, Pete Hegseth bal kişand ser wê yekê ku Îranî ji bo bidestxistina bombeya atomî di nava pêşbaziyeke dijwar de bûn û dixwestin cîhanê wekî 'barmîte' bigirin. Herwiha got: 'Erkê me yê sereke ew e ku em bi tundî rê li ber Îranê bigirin, da ku nebe xwedî çekên atomî.'

Derbarê armancên serbazî yên li hundirê Îranê de, Wezîrê Ceng ê Amerîkayê aşkere kir, armanca wan tinekirina temamî ya mûşekên Îranê û binesaziya pîşesaziya wê ya serbazî ye; herwiha tinekirina hêza deryayî ya Îranê jî yek ji armancên wan ên stratejîk e."