Serok Barzanî: Herêma Kurdistanê her tim daxwaza diyalogê û çareseriyên aştiyane dike

Serok Barzanî û Selahedîn Behaedîn
Serok Barzanî û Selahedîn Behaedîn

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî tekez kir ku, Herêma Kurdistanê ne parek ji şer e û her tim daxwaza diyalogê û çareseriyên aştiyane ji bo pirsgirêkan dike. Tekez jî kir ku, serpişka karên wan parastina tenahî û ewlehiya Herêma Kurdistanê ye.

Serok Mesûd Barzanî îro (Sêşem, 10ê Adara 2026ê) pêşwaziya Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behaedîn kir.

Baregayê Barzanî di daxuyaniyekê de ragihand: Di wê hevdîtinê de, Selahedîn Behaedîn amaje da rewşa deverê û tekez li ser wê yekê kir ku, tevî hebûna cudahiyên nêrînên siyasî di navbera aliyan de, rewş wesa dixwaze ku divê danûstandin û hevahengiyên berdewam di navbera hêzên siyasî de li ser mijarên hestyar hebin.

Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê herwesa spasiya Serok Barzanî jî kir, ji ber rola wî ji bo wê dilgermî û xwedîlêderketina wî û bizavên wî yên berdewam ji bo parastina gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û herwesa ew rola bibnador a ku wî di pêvajoya aştiyê de li Tirkiyeyê lîst.

Her di wê hevdîtinê de û li gorî pêşveçûnên deverê, Serok Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê ne parek ji şer e û her tim daxwaza diyalogê û çareseriyên aştiyane ji bo pirsgirêkan dike.

Serok Barzanî herwesa got: Serpişka karên me parastina tenahî û ewlehiya Kurdistanê ye, û Herêma Kurdistanê ji bo nehêlana pirsgirêkan û parastina tenahiyê amade ye ku tevlî her roleke aştîxwazane bibe ku jê bê xwestin.

Serok Barzanî di pareke din a axaftina xwe de nîgeraniya xwe anî ziman ku hin kom di çarçoveya vî şerê herêmî de û bi hincetên bêbingeh êrîşî Herêma Kurdistanê dikin û ragihand: Ji hikûmeta Iraqê û Çarçoveya Hevahengiyê hatiye xwestin ku sînorek ji bo reftarên van komên neqanûnî bê danan.

Serok Barzanî li ser pêvajoya navxweyî ya Herêma Kurdistanê jî tekez kir ku, ji ber berjewendiyên bilind û hestyariya vê qonaxê, divê aliyên siyasî zêdetir hevahengî û diyalog hebe û girîng e ku hemî alî ji bo aktîvkirina parlamentoyê û avakirina hikûmeteke neteweyî ya berfireh lezê bikin, ku tê de hemî alî milê xwe bidin ber berpirsiyarîtiyê.

Herwesa ji bo mijara bicihanîna Encûmena Siyasî jî, wî pêdivî dît ku hemî aliyên siyasî tevlî wê bibin, lê ew encûmen nebe şûngira dezgehên Herêma Kurdistanê.