Sûdanî û Pizîşkiyan bi rêya telefonê axivîn

Sûdanî û Pizîşkiyan
Sûdanî û Pizîşkiyan

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Iraqê bi rêya telefonê bi Serokê Komara Îslamî ya Îranê re axivî û pê re pêşketinên dawiyê yên ewlehiyê û têkiliyên dualî yên di navbera herdu welatan de nîqaş kirin.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro (Çarşem, 11ê Adara 2026ê) bi rêya telefonê bi Serokê Komara Îslamî ya Îranê Mesûd Pizîşkiyan re axivî.

Li gorî ragihandina Nivîsîngeha Serokwezîrê Iraqê , Sûdanî bi navê hikûmet û gelê Iraqê sersaxî ji Serokkomarê Îranê û gelê Îranê re xwest, ji ber kuştina Rêberê Bilind Ayetulah Elî Xamineyî û malbata wî û hejmareke welatiyên Îranê, herwesa daxwaza çarebûneke bilez ji bo birîndarên bûyeran jî kir.

Serokwezîrê Iraqê herwesa şerê li dijî Îranê jî şermezar kir û tekez kir ku, Iraq ji bo parastina ewlehî û aramiya deverê pabend e.

Sûdanî nîşan da ku, Iraq amade ye ku hemî bizavan ji bo bidawîkirina pevçûnan û vegera ji bo çareseriyên dîplomatîk û aştiyane bike, dûrî bikaranîna hêzê ku gefê li tenahiya navneteweyî dike.

Navbirî di derheqa serweriya axa Iraqê de jî ragihand: Hikûmeta Iraqê rêyê nade tu aliyekî ku axa welatê me wekî cihekî ji bo êrîşkirina li ser Îranê bi kar bîne.

Serokwezîrê Iraqê amaje jî da: Her êrîşeke li ser axa Iraqê bê kirin wekî binpêkirineke eşkere ya serwerî û ewlehiya neteweyî tê hesibandin û bi tu rengan nayê qebûlkirin ji ber ku êrîşên bi vî rengî bizavên Iraqê ji bo aştî û diyalogê têk didin.

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan jî ji aliyê xwe ve spasî û rêzên xwe ji bo helwesta binecih a Hikûmeta Iraqê di redkirina tundûtûjiyê û bizavên ji bo xurtkirina aştiyê de anîn ziman.

Pizîşkiyan herwesa tekez kir ku welatê wî bizavên Iraqê bilind dinirxîne. Tekez jî kir ku, Îran girîngiyeke taybetî dide serwerî û ewlehiya axa Iraqê.