Bi dironan êrîşî binesaziya enerjiyê ya Kuweyt û Siûdiyê hat kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Her du welatên Kendavê, Kuveyt û Erebistana Siûdî, rastî rêzeêrîşên bi diron) hatin. Di van êrîşan de binesaziya aborî û xizmetguzariyê hatin armancgirtin, ku bû sedema ziyanên li tora elektrîkê û metirsiya li ser kêlgehên petrolê.
Li Kuveytê, piştî ku sîstemên berevaniyê dironên êrîşkar li asman pûç kirin, parçeyên wan li ser binesaziya xizmetguzariyê ketin. Berdevka fermî ya Wezareta Elektrîk, Av û Enerjiyê ya Kuveytê Fatima Ebbas Cewher Heyat ragihand, ji ber ketina parçeyên dironan şeş xetên sereke yên veguhastina elektrîkê li çend navçeyên cuda ji kar ketine.
Heyat destnîşan kir, ev bûyerê bûye sedema qutbûna elektrîkê li hinek deveran û pirsgirêk di tora niştimanî de çêkirine, lê tekez kir ku niha rewşa av û elektrîkê bi temamî di bin kontrolê de ye û tîmên teknîkî li ser kar in.
Li aliyê din, Wezareta Bervaniyê ya Erebistana Siûdî ragihand, wan êrîşeke dironî ya li ser saziyên petrolê pûç kiriye. Li gorî daxuyaniya wezaretê, du dironên bombekirî li asmanê navçeya "Rub' el-Xalî" hatine tespîtkirin û beriya bigihîjin armanca xwe hatine xistin.
Hat aşkerekirin ku dironan kêlgeha petrolê ya "Şeybe" ya li başûrê rojhilatê welat armanc girtibûn. Kêlgeha Şeybe yek ji girîngtirîn navendên hilberîna neftê ya Siûdiyê ye û li nêzîkî sînorê Îmaratê ye.