Du diron li asmanê Hewlêrê hatin şikandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bajarê Hewlêrê îro 12ê Adarê danê nîvro rastî êrîşeke bi dronan hat, lê belê ew li asman ji aliyê hêzên Hevpeymanan ve hatin têkbirin.

Ev di demekê de ye, Parêzgarê Hewlêrê Umîd Xoşnaw ji Kurdistan24ê re ragihandibû, şeva borî 17 êrîş li ser parêzgeha Hewlêrê hatin kirin û hemû êrîş jî bi dironên bombekirî hatine kirin.

Herwiha Xoşnaw destnîşan kir, bi saya sîstema beravaniya asmanî, karîne hemû wan dironan li asman û beriya bigihîjin armancên xwe bi temamî werin rûxandin.

Omêd Xoşnaw diyar kir jî, di van bûyeran de ti ziyanên canî çênebûne û silametiya welatiyan bi temamî hatiye parastin; her çend e wî piştrast kir ku ji ber ketina parçeyên dironan an jî teqîna wan, li hinek cihan ziyanên madî çêbûne.

Ev geşedana ewlehiyê di demekê de ye, Herêma Kurdistanê û bi taybetî bajarê Hewlêrê, ev demek e bi cureyên cuda rastî êrîşên asmanî tê ku her tim ji aliyê komên çekdar ên "li derveyî qanûnê" ve têne kirin. Lê belê têkbirina vê hejmara mezin a dironan di yek şevê de, nîşana bilindbûna şiyana berevaniya asmanî ya li navçeyê ye.