"Seraya Ewliya ed-Dem" berpirsyariya heft êrîşên li ser baregehên Amerîkayê girt ser xwe

Navenda Nûçeyan (K24) – Koma çekdar a bi navê "Seraya Ewliya ed-Dem" ku xwe wekî beşekê ji "Berxwedana Îslamî li Iraqê" pênase dike, ragihand, wan di nava 24 saetên dawî de heft êrîş birine ser baregehên serbazî yên Amerîkayê.

Koma çekdar a bi navê "Seraya Ewliya ed-Dem" îro 12ê Adarê di daxuyaniyekê de ragihand, çekdarên wan di nava şev û roja borî de, li hundir û dervayî Iraqê 7 operasyonên leşkerî li dijî baregehên Amerîkayê pêk anîne.

Koma navborî sedema van êrîşan wekî "pêkanîna erke şer'î" binav kir û tekez kir, ev çalakî ji bo tolhildana xwîna Rêberê Bilind ê berê yê Îranê, Elî Xameneyî, hatine kirin. Xameneyî di êrîşeke asmanî ya Amerîka û Îsraîlê de ya di 28ê Sibata borî de hatibû kuştin.

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat gotin, ev rêzeêrîş di heman demê de bersivek in ji bo wan operasyonên serbazî yên ku bûne sedema kuştina hejmarek çekdar û ciwanên ser bi baskê "Berxwedanê" li Iraqê.