Çîn: Divê êrîşên li ser keştiyên Tengava Hurmizê bên rawestandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Çînê careke din derbarê aloziya rewşa Kendavê de hişyarî da û daxwaz kir ku hemû ew êrîşên ku li Tengava Hurmozê li ser keştiyên bazirganî tên kirin, demildest bên rawestandin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê Go Jiakun îro 12ê Adarê di konferanseke rojnamevanî de helwesta fermî ya welatê xwe ya derbarê geşedanên herêmê de dubare kir û ragihand; divê navçe ji qeyran û aloziyên zêdetir bê dûrxistin, bi taybetî ji wan geşedanên metirsîdar ên ku ji ber bilindbûna rageşiya serbazî ya navbera Amerîka û Îranê derketine holê.

Go Jiakun bal kişand ser girîngiya tengavê û got: "Tengava Hurmizê ji bo bazirganiya navneteweyî şahdamareke sereke ye. Ji ber wê jî, parastina aramî û seqamgiriya li vê tengavê û li tevahiya herêmê, di xizmeta berjewendiyên civaka navneteweyî de ye."

Berdevkê Çînî herwiha got: "Em bi cidî daxwaz dikin ku dawî li wan destdirêjî û êrîşên ku keştiyên bazirganî yên di vê rêrewa avî de dikin armanc, bê anîn. Herwiha em daxwaz dikin, dawî li wan rageşiyên ku navçe dagir kirine bê anîn, ji ber ku berdewamiya vê rewşê dê bandoreke neyînî ya rasterast li ser aboriya tevahiya cîhanê bike."