Nêçîrvan Barzanî û Selahedîn Behaedîn: Xeterên deverê yekrêziya navxweyî dixwazin
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê re rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê û pêşketinên dawiyê yên deverê nîqaş kirin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê îro (Pêşncşem, 12ê Adara 2026ê) ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behaedîn re civiya û rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê û pêşketinên dawiyê yên deverê nîqaş kirin.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, her du alî hevnerîn bûn ku hestyariya qonaxê û xeteriyên gurbûna şer li deverê dixwazin ku aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê yekrêz û teba bin, da ku bi hev re rûbirûyî qebxwaziyan bibin û qewareya federalî û berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê biparêzin.
Nêçîrvan Barzanî tekez jî kir ku, wekî her car dê li ser bizavên xwe yên ji bo lihevnêzîkkirina aliyan û parastina yekrêziyê berdewam be, da ku Herêma Kurdistanê bi aramî û tenahî ji vê qonaxa hestyar derbaz bibe.
Amaje bi wê yekê jî hat dayîn ku, di pareke din a wê civînê de behsa têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hat kirin û tekez li ser çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha destûrê jî hat kirin.
Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê destxweşî li bizavên berdewam ên Serokê Herêma Kurdistanê ji bo parastina tenahiya siyasî li Herêma Kurdistanê kir û rola wî di vî warî de girîng nirxand.