Iraq: Li Mexmûrê bi çar dronan êrîşî hêzên me hat kirin

Wezareta Berevaniyê ya Iraqê
Wezareta Berevaniyê ya Iraqê

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Berevaniyê ya Iraqê ragihand ku, çar dron li bajarê Mexmûrê hatin êxistin û tu zirareke canî ji wê bûyerê çê nebûye.

Wezareta Berevaniyê ya Iraqê îro (Pêncşem, 12ê Adara 2026ê) ragihand: Hêzên Ketîbeya Endazyariya Meydanî ya girêdayî Firqeya 14ê ya Piyade ya Fermandariya Operasyonên Neynawayê (Kertê Fewca 1ê ya Lîwaya 50ê) keftin ber êrîşa sê dronan û paşî jî ya çarê jî, lê hêzên me rûbirûyî wan bûn û berî ku ew bigihîjin armancên xwe li asmanê qezaya Mexmûrê hatin êxistin.

Wezareta navbirî herwesa gihand ku, di wê bûyerê de tu zirareke canî di nav rêzên karmendên hêzên me û welatiyan de nehatiye tomarkirin, herwesa aliyên pêwendîdar dest bi bicihanîna rêkarên pêdivî û şopandinê kiriye, ji bo hûrgilî û şert û mercên wê bûyerê.

Wezareta Berevaniyê ya Iraqê tekez jî kir ku, hêzên me yên çekdar di asta herî bilind a amadebûnê de ne, da ku li beranberî her gefeke li ser ewlehiya welat bisekinin.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.