Macron: Kuştina efserê me yê li Hewlêrê nayê qebûlkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand, di encama êrîşeke li sînorê Hewlêrê de, efserê wan ê pilebilind hatiye kuştin û çend serbazên din jî birîndar bûne. Macron tekez kir ku "şerê Îranê nabe hincet" ji bo armancgirtina hêzên wan.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron îro 13ê Adarê li ser hesabê xwe yê tora civakî "X" peyamek weşand û tê de kuştina efserekî pilebilind ê artêşa Fransayê di êrîşeke li sînorê Hewlêrê de piştrast kir.

Macron sersaxî ji malbat û hevalên wî efserî re xwast û piştgiriya gelê Fransayê ji bo wan dubare kir. Herwiha aşkere kir jî, di heman êrîşê de çend serbazên din ên Fransî jî birîndar bûne.

Serokkomarê Fransayê bi tundî êrîş şermezar kir û got: "Êrîşa li ser hêzên me yên ku ji sala 2015an ve di çarçoveya têkoşîna li dijî DAIŞê de li herêmê ne, bi ti awayî nayê qebûlkirin."

Macron bal kişand ser hincetên êrîşkaran û bi tundî hişyarî da: "Hebûna hêzên me li Iraqê tenê ji bo rûbirûbûna terorê ye. Şerê Îranê bi ti awayî nabe hincet ku êrîşî hêzên me bikin."

Li gorî agahiyan, derengiya şeva borî bi dronan êrîş li baregeheke Hêzên Pêşmerge ya li sînorê Hewlêrê hatiye kirin. Di encama vê êrîşa asmanî de, serbazekî (efser) Fransî jiyana xwe ji dest da û hejmarek serbazên din jî birîndar bûn.