Trump: Me rejîma Îranê bi temamî têk biriye û hêza wan a serbazî nemaye
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump, peyameke tund arasteyî Tehranê kir û ragihand, wan hêzên serbazî û serkirdeyên Îranê jinav birine. Herwiha Trump gef xwar û got: "Li bendê bin û bibînin ka dê îro çi bi serê wan de bê."
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro 13ê Adarê daxuyaniyek belav kir û ragihand, "rejîma terorîst a Îranê" ji aliyê serbazî, aborî û warên din ve bi temamî hatiye têkbirin.
Trump derbarê şiyanên serbazî yên Îranê de got: "Hêza deryayî ya Îranê nemaye, hêza wan a asmanî bidawî bûye; mûşek, dron û hemû şiyanên wan ên din hatine rûxandin. Heta serkirdeyên wan jî ji rûyê erdê hatin paqijkirin."
Serokê Amerîkayê di peyama xwe de hişyariyeke tund da û got: "Hêzeke me ya agirîn a bêhempa, cebilxaneyeke bêsînor û demeke me ya zêde heye. Tenê temaşe bikin ka dê îro çi bi serê wan de bê."
Herwiha Trump got, ev 47 sal in ew rejîm mirovên bêguneh li seranserî cîhanê dikuje û got: "Niha ez wek 47emîn Serokê Amerîkayê wan dikujim û ev ji bo min şanaziyeke mezin e."
Di dawiya peyama xwe de, Donald Trump êrîş bir ser rojnameya navdar a Amerîkî New York Times û got: "Heger hûn rojnameya New York Times bixwînin, hûn ê wisa hîs bikin ku em ne serkeftî ne. Lê ew şaş e, em di nav serkeftineke mezin de ne."