Hîn jî bi hezaran kurdên Rojavayê Kurdistanê bê nasname ne
Navenda Nûçeyan (K24) – Kurdên Rojavayê Kurdistanê yên ku ji ber serjimêriya sala 1962an a Sûriyeyê bê-nasname (maktûm) mane, tevî ku bi dehan sal in li kampan dijîn, niha bi biryarnameya nû ya Serokatiya Sûriyeyê çavê wan li bidestxistina mafên wan ên hemwelatîbûnê ye.
Zêdetirî 60 salan e bi hezaran Kurdên Sûriyeyê ji hemû mafên xwe yên sivîl, siyasî û mirovî bêpar hatine hiştin. Li Kampa Daraşekran a Herêma Kurdistanê, çîroka malbatên ku sê nifş in bê-nasname ne, tê dîtin.
"Milkê me li ser navê Ereban hatibû tomarkirin"
Mumtaz Osman ku bavê şeş kur û keçan e, neviyên wî jî bênasname ne, ew behsa zehmetiyên xwe dike û dibêje ku ji ber ku nasnameya wan tune bû, wan nekarîbû li Sûriyeyê tiştekî li ser navê xwe tomar bikin: "Xwedê dizane, milk û xaniyên me li Sûriyeyê li ser navê mirovên Ereb hatine tomarkirin, ji ber ku mafê me yê xwedîtiyê tune bû. Me bi kaxezên muxtaran û bi 'kefaletê' karên xwe dimeşandin."
Sê nifş in di tarîtiyê de ne
Dayikek jî bi xemgînî dibêje: "Zarokên min nikarin bixwînin, nikarin bi fermî bixebitin. Ez tenê dixwazim mafê zarokên min û mêrê min hebe. Em dixwazin wek her mirovekî xwedî nasname bin. Di nava tomarkirinên dewletê de, em ne zewicî ne û ne jî xwedî zarok in."
Ceger Zinar jî dibêje ku wî xwestiye koçî Ewropayê bike, lê ji ber tunebûna nasname û pasaportê, ew li kampê asê maye: "Ez 28 salî me, ne Sûrî me, ne jî xwedî nasnameyeke din im. Ez wek xeyalekê di vê dinyayê de dijîm."
Serjimêriya 1962an û Biryara 2026an
Piştî serjimêriya sala 1962an a li parêzgeha Hesekê, Kurdên Rojava bûn du beş: " Biyanî " û "Maktûm yan Bê-qeyd". Her du beş jî ji mafên hemwelatîbûnê bêpar man.
Lê belê, bi derçûna biryarnameya hejmar 13 a sala 2026an ji aliyê Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera ve, careke din hêvî di dilê van kesan de şîn bûye. Li gorî vê biryarnameyê:
- Hemû qanûnên awarte yên serjimêriya 1962an hatine betalkirin.
- Mafê hemwelatiya Sûriyeyê ji bo hemû "Maktûman" hatiye naskirin.
Pirsgirêka cîbicîkirinê li kampan
Tevî vê biryarê jî, Kurdên ku niha li kampên Herêma Kurdistanê wek penaber dijîn, nizanin dê çawa bigihin mafên xwe. Dûrahiya cografî û kêşeya vegera bo Şam an Hesekê ji bo tomarkirina navan, hîn jî wekî astengiyeke mezin li pêşiya wan dimîne.
Kurdên maktûm li benda mekanîzmayeke navneteweyî an jî hêsankariyên konsulxaneyan in, da ku piştî 60 salên tarî, wekî "mirov û hemwelatî" di kaxezên fermî de werin qebûlkirin.