Kerkûk: Hejmara qurbaniyên bûyera taxa Derwazeyê gihîşt heft kesan
Navenda Nûçeyan (K24) - Hejmara qurbaniyên bûyera trafîkê ya bajarê Kerkûkê, ku li roja Yekşemê li taxa Derwazeyê çê bûbû, gihîşt heft kesan. Ev jî piştî ku yek ji birîndaran bi sedema giranbûna birîna xwe jiyana xwe ji dest da.
Cîgirê Rêveberê Tenduristiya Kerkûkê D. Şaswar Elî îro (Pêncşem, 30ê Nîsana 2026ê) ji Kurdistan24ê re ragihand: "Piştî nîvroya îro yek ji birîndarên din ên bûyera taxa Derwazeyê jiyana xwe ji dest da.”
Cîgirê Rêveberê Tenduristiya Kerkûkê herwesa got: “Navê wê Beyan Rehmula Fethula bû, ku ji ber nebaşiya rewşa xwe ya tenduristiyê li Nexweşxaneya Giştî ya Kerkûkê di bin çavdêriya pizîşkî de bû."
Cîgirê Rêveberê Tenduristiyê li ser rewşa birîndaran jî amaje bi wê yekê kir ku hejmara birîndaran 27 kes bûn, û niha hejmareke mezin ji wan piştî wergirtina çareseriyê ji nexweşxane derketine.
Ev bûyer li roja Yekşema borî li taxa Derwazeyê ya bajarê Kerkûkê qewimî û bi sedema wê hejmareke zêde ya welatiyan bûn qurbanî. Bi mirina Beyanê, hejmara giştî ya kesên ku di wê bûyerê de jiyana xwe ji dest daye gihişte 7 kesan.