Artêşa Pasdaran: Me êrîşî navendên sayber û balafirên şer ên Îsraîlê kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Artêşa Îranê îro (Şemî, 14ê Adara 2026ê) ragihand ku, wan bi rêya dronan çend yekîne û navendên sayber û cihên kombûna balafirên şer ên Îsraîlê kirine armanc.

Li gorî nûçeyeke ajansa Farisê ya nûçeyan, artêşa Îranê ragihandiye, "Me kariye bi rêya bikaranîna dronan yekîne û navendên sayber ên Îsraîlê bikin armanc".

Artêşê Îranê zêdetir haydarî eşkere kirin û got: Me di êrîşên xwe de dezgeha hewalgiriyê ya leşkerî, yekîneyeke operasyonên sayberî û cihê kombûna balafirên şer ên Îsraîlê kirine armanc.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.