Çandiniya Hewlêrê ji bo rêgirtina li şewata zeviyan rêbernameyên nû ragihandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Giştî ya Çandiniyê li Hewlêrê, bi mebesta parastina dexlûdan û rêgirtina li bûyerên şewatê, komek merc û rêbernameyên tund ji bo cotkar û xwedanê deraseyan ragihandin.
Rêveberiya Giştî ya Çandiniyê li Hewlêrê îro 2ê Gulanê, hişyarî da cotkar û şofêrên patozan ku di werza dirûnê de pabendî rêzikên ewlehiyê bin. Rêveberiyê tekez kir, divê ev xalên xwarê bi hûrî bên bicihanîna, daku werzê dirûnê bê ziyan bi dawî bibe:
- Divê di nav her patozekê û deraseyan de amûra vemirandina agir hebe. Herwiha, pêwîst e tankereke avê her tim li nêzîkî zeviyê amade be, daku di rewşeke nexwestî de destwerdan bê kirin.
- Rêveberiyê ragihand ku bi ti awayî nabe di nav zeviyan de çalakiya "lehimkirinê" bê kirin. Herwiha, ji şofêrên deraseyan hat daxwazkirin ku di dema kar de cixareyê nekêşin.
- Divê şofêrên deraseyan di dema dirûnê de bala xwe bidin ser xet û kabloyên elektrîkê, daku ti bûyerên elektrîk-lêdanê yan jî şewatên ji ber elektrîkê çênebin.
- Hat daxwazkirin ku rêyên navbera zeviyan û sînorên wan bên çêkirin û paqijkirin, daku di dema şewatekê de tîmên Bergiriya Şaristanî karibin bi hêsanî bigihîjin cihê bûyerê.
Rêveberiya Çandiniyê ya Hewlêrê herwiha tekez kir ku divê hejmarên telefona Bergiriya Şaristanî her tim li ber destê cotkaran bin, daku di dema pêdivî de demildest agahiyê bidin tîmên hewarhatinê.