Serok Barzanî û Elî Zeydî pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê gotûbêj kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 2ê Gulana 2026an, pêşwazî li Serokwezîrê raspartî yê Iraqê Elî Falih Zeydî û şandeke bilind a Çarçoveya Hevahengiyê kir. 

Li gorî daxuyaniya nivîsgeha ragihandinê ya Serokwezîrê raspartî, di hevdîtina ligel Serok Barzanî de, rewşa giştî ya Iraqê û pêşveçûna gotûbêjên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta federal hatin nirxandin.

Di civînê de tekezî li ser giringiya yekxistina dîtin û helwestên aliyên siyasî hate kirin. Her du aliyan li ser pêkanîna hikûmeteke bihêz lihev kirin; hikûmeteke weha ku şiyana wê ya rûbirûbûna astengiyan û derbaskirina qeyranan hebe.

Herwiha hate diyarkirin ku divê hikûmeta nû bibe bingeha xurtkirina aramî û geşepêdanê li Iraqê, da ku daxwaz û xwastekên hemû pêkhateyên gelê Iraqê bicih bîne.

Şandeke bilind a Çarçoveya Hevahengiyê di vê serdana xwe de ligel Serokwezîrê raspartî Elî Zeydî ye ku ji Muhsîn Mendelawî, Ebdulhuseyn Mûsewî, Falih Feyad û Ebbas Amirî pêk hatibû.

Îro berî nîvro, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê pêşwazî li Serokwezîrê raspartî yê Iraqê Elî Falih Zeydî kiribû.

Serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê şeva 27ê Nîsana 2026an li Bexdayê civiyan û bi yekdengî Elî Zeydî wekî berbijêrê fermî yê Serokwezîriya Iraqê destnîşan kirin.

Li gorî destûra Iraqê, divê serokwezîrê raspartî di dema mehekê de kabîneya xwe amade bike û ji bo wergirtina dengê pêbaweriyê pêşkêşî parlamenê bike. Niha tenê 25 roj li Zeydî mane, daku endamên kabîneya xwe ya nû diyar bike û hikûmeta federal ava bike.