Fuad Hisên: Hinardekirina petrola Iraqê li Kendavî rûbirûyî astengiyeke mezin bûye
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Iraqê hişyarî li ser rewşa hinardekirina petrola Iraqê da û ragihand ku, astengiyeke cidî li pêşiya veguhestina petrolê li Kendavî çê bûye.
Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên îro (Duşem, 16ê Adara 2026ê) di nûtirîn daxuyaniya xwe de eşkere kir ku, Iraq ji bo hinardekirina petrolê bi rêya deriyên avî yên Kendavî rûbirûyî astengiyeke mezin bûye.
Ev daxuyaniya Wezîrê Derve yê Iraqê di demekê de ye ku, aloziyên herêmî û guhertinên siyasî bandor li ser rêyên bazirganiyê kiriye. Vê yekê jî wesa kiriye ku, Iraq wekî yek ji hinardekarên sereke yên OPECê ji ber parastina hinardekirina petrolê û gihîştina petrola xwe ji bo bazarên cîhanî nîgeran bibe.
Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.
Êrîşên Îranê bûne sedema gelek nerazîbûnên herêmî û navneteweyî û welat bang li Tehranê dikin ku, êrîşên xwe yên herêmî rawestîne ji ber ku jiyana sivîlan xistiye xeterê û jêrxaneya sivîl a welatên Kendavî dike armanc.