Seroka Komîsyona Ewropayê: Êrîşên li ser Iraqê bêhincet û neqebûlkirî ne
Navenda Nûçeyan (K24) - Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê di peywendiyeke telefonî de bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re rewşa ewlehiyê ya deverê nîqaş kir û pesnê helwesta Hikûmeta Iraqê ji bo xweragirtin û dûrxistina Iraqê ji şer da, herwesa hevxemiya xwe ya ji malbatên qurbaniyên êrîşên li ser axa Iraqê jî diyar kir.
Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen îro (Sêşem, 17ê Adara 2026ê) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê nivîsandiye ku, bi rêya telefonê bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re axiviye û pê re rewşa niha ya ewlehiyê li Iraq û deverê nîqaş kiriye.
Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê herwesa got: Min spasiya Serokwezîrê Iraqê kir, ji ber paldana xweragirtinê di vê dema dijwar de û dûrxistina Iraqê ji çarçoveya şer.
Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê di pareke din a peyama xwe de behsa bombebaranên vê dawiyê yên li ser Iraqê kiriye û eşkere kiriye ku, wê ji ber windakirina wan canên ku di êrîşên bêhincet û neqebûlkirî yên li ser axa Iraqê de ketine hevxemiya xwe aniye ziman.
Berpirsa navbirî tekez li ser berdewamiya piştgiriyan ji bo Bexdayê kiriye û ragihandiye: Yekîtiya Ewropayê hevpareke bawerê ye ku dê li ser piştgiriya Komara Iraqê û tenahî û serweriya wê berdewam be, herwesa dê ji bo aramkirin û kêmkirina aloziyan li seranserê deverê jî piştevan be.