Ji bo cara yekem.. Hikûmeta Sûriyeyê li Şam û Helebê Newrozê pîroz dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê amadekariyan dike ku îsal bo yekem car di dîroka welat de Cejna Newrozê bi fermî pîroz bike.
Wezareta Rewşenbîriyê ya Sûriyeyê di daxuyaniyekê de ragihand, ew bi hevkariya ligel Encûmena Niştîmanî ya Kurdî (ENKS), ahenga Cejna Newrozê li paytext Şamê lidar dixin. Ev yek di dîroka Komara Sûriyeyê de wekî bûyereke bêhempa û dîrokî tê nirxandin.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, ahenga li Şamê roja 21ê Adarê, saet 10:00ê sibehê li Komelgeha Werzişî ya li devera Mezzê tê lidarxistin. Wezaretê destnîşan kir, ev pêngav tekeziyê li ser pirrengiya çandî ya Sûriyeyê dike û nirxên pêkvejiyanê di navbera pêkhateyan de xurt dike.
Herwiha li bajarê Helebê jî, bi hevahengiya di navbera Parêzgariya Helebê û Encûmena Niştîmanî ya Kurdî de, li taxa Şêx Meqsûd ahengên Newrozê bi şêweyekî fermî werin sazkirin.
Ev guherîna mezin piştî biryarnameya hejmar (13) a Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera pêk tê, ku di 16ê Çileya 2026an de hatibû derxistin. Di wê biryarnameyê de, beşek ji mafên Kurdan ên çandî, zimanî û sivîl bi fermî hatin naskirin û Cejna Newrozê li seranserê welat wekî "cejneke niştîmanî" hat ragihandin.