Newzad Şêx Kamil: Metirsiya kêmbûna xurek û kelûpelan li Kurdistanê nîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Giştî yê Bazirganiyê li Wezareta Bazirganî û Pîşesaziya Herêma Kurdistanê Newzad Şêx Kamil ragihand, ti metirsiyek li ser kêmbûna xwarin û kelûpelan nîne û daxwaz ji welatiyan kir ku li markêtan qerebalixiyê çênekin.

Rêveberê Giştî yê Bazirganiyê Newzad Şêx Kamil ji Kurdistan24ê re ragihand, tîmên wan bi awayekî berdewam li bazarê ne û zêdetirî 3 hezar serdanên meydanî ji bo markêt, dukanên şîremaniyê û serbirxaneyan encam dane. Di encama van kontrolan de, nêzîkî 200 binpêkirin hatine tomarkirin û rûbirûyî cezayên qanûnî bûne.

Şêx Kamil destnîşan kir, li komgehan bi qasî pêdiviyên demdirêj xwarin û kelûpel hene û proseya hawirdekirinê bê navber berdewam dike. Herwiha got: "Ev rewş ne mîna serdema Koronayê ye ku çûnûhatin hatibû rawestandin. Niha rojane bi rêya dergehên Îbrahîm Xelîl, Um Qesir û Ararê, bi dehan barhilgir û konteynirên xwarinê dikevin Herêma Kurdistanê û komgehan tije dikin."

Rêveberê Giştî yê Bazirganiyê daxwaz ji welatiyan kir ku tenê li gorî pêdiviyên xwe yên rojane kelûpelan bikirin û bi komî ber bi markêtan ve neçin. Şêx Kamil hişyarî da ku qerebalixiya zêde û kirîna bi kom, dibe sedema buhabûna nirxan û derfetê dide hinek firoşkarên sûdwer ku kelûpelan veşêrin an jî nirxan giran bikin.

Di dawiya daxuyaniya xwe de, Newzad Şêx Kamil bal kişand ser metirsiya xerabûna xwarinê li malan û got: "Hilanîna xwarineke zêde li malan, ji ber nebûna cihên guncav û sarincên taybet, dibe sedema xerabûna kelûpelan. Lewma baştir e welatî tenê pêdiviya xwe ya pêwîst bikirin, ji ber ku Herêma Kurdistanê bi ti awayî bê xwarin namîne."