Wezareta Rewşenbîrî: Nabe rûmeta welatiyan bo pêşbirka weşana zindî bê qurbanîkirin

Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Herêma Kurdistanê
Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Herêma Kurdistanê hejmareke rênimayên nû arasteyî dezgehên medyayê û çalakvanên medyaya civakî kir, û tê de tekez li ser parastina berjewendiyên bilind ên Herêma Kurdistanê û liberçavwergirtina bingehên exlaqî yên rojnamevaniyê di dema bûyerên awarte de kiriye.

Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Herêma Kurdistanê îro (Pêncşem, 19ê Adara 2026ê) di daxuyaniyeke fermî de hejmareke rênimayên nû arasteyî dezgehên medyayê û çalakvanên medyaya civakî kir.

Wezareta Rewşenbîrî û Lawan eşkere kir ku, ji ber hestyariya rewşa deverê, divê gotara medyayê li gorî stratejiya aştiyane ya Herêma Kurdistanê be û rê neyê dan ku medya bibe platformek ji bo gefxwarina li ewlehiya neteweyî.

Wezareta navbirî tekez jî kir ku, tenê çavkaniyên fermî û berdevkên ewlehiyê bingeha zanyaran bin û dûrkeftina ji belavkirina nûçeyên têkderane jî pêdivî dibîne.

Di pareke din a rênimayan de hatiye gotin ku, belavkirina tavilê ya wêne û vîdyoyên cihên ewlehiyê qedexe ye, ji ber ku dê bibe sedema kombûna xelkî û dê jiyana wan bixe xeterê.

Herwesa hatiye tekezkirin ku, wergerandina peyamên şêwandî yên medyayên biyanî belavker ji berpirsiyariya qanûnî azad nake.

Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Herêma Kurdistanê li ser bûyerên nexwestî yên wekî ketina dronan jî ragihand: Nabe li ser weşana zindî û şkandina rûmeta malbatên zirardîtî pêşbirkê bê kirin. Herwesa daxwaz kir ku herema malê û taymetmendiyên kitekesan bi tevahî bên parastin.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.

Êrîşên Îranê bûne sedema gelek nerazîbûnên herêmî û navneteweyî û welat bang li Tehranê dikin ku, êrîşên xwe yên herêmî rawestîne ji ber ku jiyana sivîlan xistiye xeterê û jêrxaneya sivîl a welatên Kendavî dike armanc.