Mesrûr Barzanî cejna Remezanê li Misilmanên Kurdistan û cîhanê pîroz dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyamekê de cejna Remezanê li hemî Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz kir, hêvî jî kir ku cejn bibe sedema şahî, aramî û bidawîhatina şer û aloziyan li deverê û cîhanê.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro(Pêncşem, 19ê Adara 2026ê) peyamek belav kir û tê de cejna Remezanê li hemî Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz kir.
Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:
Bi helkefta hatina cejna Remezana pîroz, ez germtirîn pîrozbahî li hemî Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim. Ez hêvîdar im ku Xudayê mezin û dilovan rojî û îbadetê hemî aliyan qebûl kiribe û cejn bibe sedema şahî, aramî û bidawîhatina şer û aloziyan li deverê û cîhanê.
Cejna Remezanê li hemiyan pîroz be û Xudayê mezin Kurdistanê biparêze.
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê