Erebistana Siûdî: Bi sê mûşekên balîstîk êrîşî Riyazê hat kirin

Wezareta Berevaniyê ya Erebistana Siûdî
Wezareta Berevaniyê ya Erebistana Siûdî

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Berevaniyê ya Erebistana Siûdî ragihand ku, paytexta welatê wan rûbirûyî êrîşeke nû ya bi mûşekan bû û di bersivê de jî Riyazê biryara derxistina hejmareke dîplomatkarên Îranî da. Ji destpêka êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Tehranê ve, Îranê nêzîkî 480 mûşek û dronan avêtine Erebistana Siûdî.

Wezareta Berevaniyê ya Erebistana Siûdî ragihand ku, Îran li ser armanckirina welatê wan berdewam e û di nûtirîn pêşveçûn de Riyaz bi sê mûşekên balîstîk hatiye armanckirin. Li gorî wê daxuyaniyê, yek ji mûşekan ji aliyê pergala berevaniyê ve hatiye êxistin û du mûşekên din jî li biyabanên derdora wî bajarî ketine.

Amarên fermî nîşan didin ku, ji wê demê ve ku êrîşa hevpar a Amerîka û Îsraîlê di 28ê Sibatê de li dijî Îranê hat destpêkirin, Tehranê nêzîkî 440 dronan û 40 mûşekan avêtine axa Erebistana Siûdî.

Di bertekeke dîplomatîk a li beranberî wan êrîşan de, Hikûmeta Siûdî ferman daye pênc dîplomatkar û karmendên Balyozxaneya Îranê ku ji welatê wan derbikevin.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.