Ehmed Şera bi Şandeke Kurdan re civiya û Newroz pîroz kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera li Koşka Gel a li Şamê, bi boneya Cejna Newrozê û Cejna Remezanê pêşwazî li şandeyeke berfireh a pêkhateya Kurd kir û ragihand, êdî rûpeleke nû di dîroka Sûriyeyê de vedibe.

Ehmed Şera roja Newrozê, 21ê Adara 2026an, li Şamê bi şandeyeke Kurd re civiya. Di hevdîtinê de parêzgarên Heleb, Reqa û Hesekê, nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) û nûnerê serokatiyê yê şopandina peymana bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re amade bûn.

‘Em bi hev re bi hêztir in’

Ehmed Şera di axaftina xwe de bal kişand ser nakokiyên 60 salên borî û destnîşan kir, êdî dem dema yekîtiyê ye û got: “Di 60 salên borî de em nakok bûn, lê em bi hev re bi hêztir dibin. Mersûma 13an û dayîna mafên Kurdan li Sûriyeyê, ne gaveke polîtîk e; ev mafekî rewa û erkê me ye li hemberî gelê Kurd ku em bi sedan sal in bi hev re dijîn.”

Şera herwiha anî ziman ku rejîma berê zilm li hemû gelê Sûriyeyê kiriye û got: “Ti maleke Sûriyeyê tune bû ku zirar ji rejîma berê nedîtibe. Niha pêdivî ye em wê rûpelê bigirin, bibin yek dest û Sûriyeyê ji nû ve ava bikin. Çanda Kurdî dewlemend e û ev rengîniya li Sûriyeyê hêza me ye.”

Yekem car li Koşka Serokatiyê Newroz hat pîrozkirin

Serokê Sûriyeyê diyar kir, ev hevdîtin di dîroka Sûriyeyê de xaleke werçerxanê ye û got: “Yekem car e di dîrokê de em li Koşka Serokatiyê Newrozê bi hev re pîroz dikin. Em îro dîrokê dinivîsînin. Mersûma 13an tenê li ser kaxezê namîne, em ê li ser erdê bi cih bînin.”

Milyarek dolar ji bo binesaziya herêmê

Ehmed Şera di civînê de amaje bi wê yekê kir, nêzîkî milyarek dolar ji bo nûjenkirina binesaziya parêzgehên Hesekê, Reqa û Dêrezorê û pêşxistina herêmê hatiye veqetandin.

Peyama beşdaran: Yekîtiya niştimanî

Beşdarên Kurd jî dilxweşiya xwe ya ji bo Mersûma 13an a sala 2026an anîn ziman, ku mafên Kurdan li Sûriyeyê misoger dike. Şandeyê tekezî li ser giringiya yekîtiya niştimanî, xurtkirina hevparî û hiştina çekan di destê dewletê de kir.