Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derva yê Hollandayê rewşa navçeyê gotûbêj dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derva yê Hollandayê Tom Berendsen di peywendiyeke telefonî deو pêşhatên şer û rewşa aloz a Rojhilata Navîn gotûbêj kirin.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peywendiyeke telefonî ji Wezîrê Derva yê nû yê Hollandayê Tom Berendsen wergirt.

Di destpêka peywendiyê de, Nêçîrvan Barzanî ji ber destpêkirina erkê wî yê nû, pîrozbahî li Tom Berendsen kir û hêviya serkeftinê jê re xwest. Serokê Herêma Kurdistanê herwiha spasiya Holandayê kir ku di her demê de bi berdewamî alîkarî û piştgiriya Herêma Kurdistanê kiriye.

Her du aliyan derbarê geşedanên dawî yên şer û rewşa aloz a navçeyê de nêrînên xwe parve kirin. Di peywendiyê de bal hate kişandin ser bandorên metirsîdar ên şer li ser asayîş, aramî û rewşa aborî ya li herêmê û cîhanê. Nêçîrvan Barzanî û Berendsen hevnêrîn bûn ku divê hemû hewildan ji bo rawestandina şer û çareserkirina pirsgirêkan bi riyên aştiyane werin meşandin.

Wezîrê Derva yê Hollandayê nîgeraniya welatê xwe û Yekîtiya Ewropayê (YE) derbarê metirsiya berfirehbûna şer û aloziyan anî ziman. Berendsen tekezî li ser piştgiriya welatê xwe ji bo parastina aramî û asayîşa Iraq û Herêma Kurdistanê kir.

Bandora şer li ser Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê,  giringiya dûrxistina Iraq û Kurdistanê ji agirê şer û bihêzkirina hevahengiya di navbera Holanda û Herêma Kurdistanê de mijarên din ên peywendiya telefonî bûn.