Mesrûr Barzanî: Êrîşa li ser baregehên Pêşmerge kiryareke dijminane ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî êrîşa "dijminane, xedr û xiyanetê" ya li ser baregehên Pêşmerge şermezar dike û daxwaza rawestandina van êrîşên dijminane dike.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 24ê Adarê di peyamekê de ragihand: "Em êrîşa dijminane, xedr û xiyaneta şevê din a li ser baregehên Pêşmerge şermezar dikin, ku di encamê de 6 Pêşmergeyên qehreman şehîd bûn û 30 Pêşmerge jî birîndar bûn."
Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxiyê ji bo kesûkarên serbilind ên şehîdan xwast û daxwaza başbûnê ji bo birîndaran kir."
Serokwezîr Masrûr Barzanî tekez dike: "Ji bo rûbirûbûna vê dijminatiya li ser Herêma Kurdistanê tê kirin, em ê hemû rêkarên pêwîst bigirin ber xwe."
Her wiha bang li Hikûmeta Federal û civaka navdewletî dike ku "sînorekî ji bo van êrîşên dijminane yên li ser Herêma Kurdistanê deynin."
Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de aşkere kir, berbanga îro 24ê Adara 2026an, bi 6 mûşekên balîstîk ên Îranê du êrîşên cuda li ser baregehên Pêşmerge hatin kirin.
Li gorî daxuyaniyê, mûşekên Îranê baregeha Firqeya 7an a Peyade (Devera Yek) û hêzeke Firqeya 5an a Peyade li sînorê devera Soranê kirine armanc. Di encama van êrîşan de, 6 Pêşmerge şehîd bûn û 30 Pêşmerge birîndar bûn.
Wezareta Pêşmerge ev êrîş bi tundî şermezar kir û wekî "çalakiyeke terorîstî" li dijî Herêma Kurdistanê pênase kir. Wezaretê di daxuyaniya xwe de tekezî li ser mafê parastina rewa kir û got: "Mafê me yê tam heye ku em rûbirûyê her destdirêjiyekê bibin ku li ser gel û xaka me tê kirin."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, wan bi ti awayekî çaverê nedikir ku bi vî rengî ya "namerdane" bersiva helwesta aştiyane ya Herêma Kurdistanê were dayîn, "lê temenê zilm û nehaqiyê kurt e û vîna aştiyê dê ser bikeve."