Nêçîrvan Barzanî: Êrîşa Îranê destdirêjiyeke dijminane ya rasterast a li ser serweriya welat e
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi tundî êrîşên mûşekî yên Îranê yên li ser hêzên Pêşmerge şermezar kirin û ev êrîş wekî "destdirêjiyeke dijminane ya rasterast li ser serweriya welat" pênase kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 24ê Adarê di peyamekê de nerazîbûna xwe ya tund li hember mûşekbarana Îranê ya li sînorê Soranê anî ziman, ku di encamê de 6 Pêşmerge şehîd bûn û 30 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.
Nêçîrvan Barzanî sersaxiya xwe ya kûr ji bo malbat û kesûkarên serbilind ên şehîdan xwast û ragihand, ew di vê xema mezin de hevparê wan e. Herwiha hêviya başbûna zû ji bo Pêşmergeyên birîndar xwest.
Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de tekezî li ser siyaseta aştiyane ya Herêmê kir û got: "Herêma Kurdistanê her dem faktora aramî û seqamgiriyê bûye. Em pabendî siyaseta tevlînebûn û dûrketina ji nakokiyan in; bi ti awayî jî metirsî nîn in li ser asayîşa welatên cîran."
Nêçîrvan Barzanî êrîşa mûşekî ya balîstîk a Îranê wekî "destdirêjiyeke dijminane ya rasterast" binav kir û destnîşan kir ku ev kiryar "ti hincetan hilnagire û bi temamî li dijî prensîpên cîrantiya baş e."
Nêçîrvan Barzanî bang li Hikûmeta Federal a Iraqê û civaka navdewletî kir, ku ji bo rêgirtina li dubarebûna van destdirêjiyan û parastina serweriya xaka Iraq û Herêma Kurdistanê hewildanên xwe zêde bikin.
Îro danê sibê di du êrîşên cuda de, baregeheke Firqeya 7an a Peyade (Devera Yek) û hêzeke Firqeya 5an a Pêşmerge li sînorê Soranê, bi 6 mûşekên balîstîk ên Îranê hatin armanckirin. Di encama van êrîşan de, 6 Pêşmerge şehîd bûn û 30 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.