Şêx Cafer: Êrîşên li ser Herêma Kurdistanê bi ti hincetan nayên qebûlkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Şêx Cafer Şêx Mistefa êrîşa mûşekî ya li ser baregeha Pêşmerge li devera Soranê bi tundî şermezar kir û ragihand, Herêma Kurdistanê ne beşek ji şerên herêmî ye.

Şêx Cafer Şêx Mistefa îro 24ê Adarê di daxuyaniyekê de, êrîşa mûşekî ya li ser baregeha Firqeya 7an a Pêşmerge li devera Spilkê ya ser bi qezaya Xelîfanê li Îdareya Serbixwe ya Soranê ve, bi tundî şermezar kir.

Şêx Cafer Şêx Mistefa ragihand, mixabin di encama vê êrîşê de 6 Pêşmergeyên qehreman şehîd bûne û hejmarek Pêşmergeyên din jî birîndar bûne. Herwiha sersaxî li malbatên şehîdan kir û daxwaza başbûna lezgîn ji bo birîndaran kir.

Cîgirê Serokê Herêmê bal kişand ser aloziyên li herêmê û diyar kir: "Ev rewşa nexwestî ya ku ji ber şer û aloziyên derdora me rû daye, cihê nîgeraniya me hemûyan e. Armanca van êrîşan tenê têkbirina aramî û asayîşa herêmê ye."

Şêx Cafer tekez kir, Herêma Kurdistanê bi ti awayî nebûye beşek ji şer û pevçûnên di navbera welatên din de û got: "Berdewamiya van êrîşan bo ser Herêma Kurdistanê bi ti hincetan nayê qebûlkirin. Ev êrîş metirsiyê li ser jiyana welatiyan çêdikin û dibin sedema nearamiya siyasî û ewlehiyê li herêmê."