Fraksiyona PDK’ê daxwazê ji civaka navdewletî û NY dike ku sînorekî ji bo van binpêkirinan deynin
Navenda Nûçeyan (K24) – Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Perlemana Kurdistanê derbarê êrîşa li ser hêzên Pêşmerge li sînorê Îdareya Soranê ragihand, ew bi tundtirîn şêwe wê êrîşa terorîstî û dijminane şermezar dikin, ku îro ji aliyê Îranê ve bi mûşekan li ser bingeh û baregehên Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê hat kirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Hêza Pêşmerge li gorî yasa û rênimayên navxweyî û navdewletî û siyasetên aştiyane yên Herêma Kurdistanê tevgeriyaye û her dem bûye faktor û parêzvanê asayîş û aramiyê; her wiha ti carî nebûya gef û metirsî li ser ti aliyekî.
Deqa peyama Fraksiyona PDKê:
Aşkere ye ku Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê hêzeke yasayî ye û di çarçoveya destûr û yasayan de karûbarên xwe pêk tîne. Hêzek e ku li gorî yasa û rênimayên navxweyî û navdewletî û siyasetên aştiyane yên Herêma Kurdistanê tevgeriyaye; her dem bûye faktor û parêzvanê asayîş û aramiyê. Ti carî nebûye metirsî li ser ti aliyekî, bi taybetî li ser cîranên Herêma Kurdistanê. Ji ber vê yekê, êrîşên bi vî rengî binpêkirineke eşkere ya serweriya xaka Herêma Kurdistanê û Iraqê ye û li dijî hemû prensîbên cîrantiya baş û rênimayên navdewletî ye. Nexasim ku Herêma Kurdistanê di şer û kêşeyên herêmê de bêalîbûna xwe parastiye, her dem daxwaza aştî û bihevrejiyanê kiriye û li dijî her cure tundûtijiyê ye.
Ji vir em bang li Hikûmeta Federal a Iraqê dikin ku berpirsiyariya xwe ya destûrî bigire ser xwe û bi rêya kanalên dîplomatîk û fermî helwesteke biryardar nîşan bide ji bo parastina serweriya welat, jiyana welatiyan û hêzên parêzvanên aştî û asayîşa welat. Her wiha em bang li civaka navdewletî û Neteweyên Yekbûyî dikin ku ji bo danîna sînorekî li ber van binpêkirinên berdewam roleke çalak bileyîzin.
Herêma Kurdistanê her dem faktora aramiyê bûye. Vîn û îradeya gelê me ya ji bo aştî û aramiyê ji her cure destdirêjiyê bihêztir e; bi van êrîşên namerdane naşkê û em paşve gavê navêjin.
Em sersaxiya xwe ya kûr pêşkêşî malbatên wan 6 Pêşmergeyên têkoşer dikin ku îro tevlî karwana nemiran bûn. Herwiha em li ber hemû şehîdên Hêza Pêşmerge, Asayîş û hêzên navxweyî yên ku di êrîşên dawî de canê xwe feda kirine, bi rêz serî ditewînin û daxwaza başbûna zû ji bo birîndaran dikin."