Hakan Fidan sersaxî ji Mesrûr Barzanî re xwest

Hakan Fidan û Mesrûr Barzanî
Hakan Fidan û Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê, ji ber şehîdbûna şeş Pêşmergeyan di êrîşeke bi mûşekên balîstîk a Îranê de, sersaxî ji Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê re xwest.

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan vê êvarê (Sêşem, 24ê Adara 2026ê) bi rêya telefonê peywendî bi Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir.

Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand: Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê hevxemiya xwe û Tirkiyeyê ji ber şehîdbûna şeş Pêşmergeyan di encama êrîşa bi mûşekan a balîstîk a Îranê li ser Hêzên Pêşmergeyan de gihand Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û sersaxî jê re xwest.

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê herwesa ji bo Pêşmergeyên birîndar jî daxwaza çarebûneke bilez kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji aliyê xwe ve spasiya  peywendî û hevxemiya Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê kir.

Ev jî di demekê de ye ku, bingeheke firqeya heftê ya piyade ya devera yekê û hêzeke firqeya pêncê ya piyade ya hêza Pêşmergeyan li qezaya Soranê li serê sibeha îro (Sêşem, 24ê Adara 2026ê) di du êrîşên cuda de ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve bi şeş mûşekên balîstîk hatin armanckirin, û di encamê de şeş Pêşmerge şehîd bûn û 30 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.