Senatorekî Amerîkî ji Kurdistan24ê re: Êrîşên Îranê yên li ser Pêşmerge bê bihane ne
Navenda Nûçeyan (K24) – Senatorê Amerîkî Tim Kaine ragihand, Îran nikare rasterast rûbirûyê artêşa Amerîkayê bibe, lewma wekî tolhildanê êrîşî welatên navçeyê û Hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê dike.
Senator Tim Kaine di daxuyaniyeke taybet ji bo Kurdistan24ê de diyar kir, êrîşên Amerîkayê yên li ser armancên Îranî, wiha li Tehranê kiriye ku berê xwe bide welatên navçeyê, daku hêza xwe nîşan bide.
Senator Kaine got: "Îran baş dizane ku şiyana wê nîn e rasterast rûbirûyê artêşa Amerîkayê bibe. Ji ber vê yekê, ew êrîşî wan der û aliyan dike ku destê wê bi hêsanî digihîjê."
Tim Kaine êrîşên mûşekî û dronî yên Îranê yên li ser Hêzên Pêşmerge wekî kiryarên "bê hincet" pênase kirin û got: "Wekî me dît, Îranê êrîşî Pêşmerge kir. Ev yek îspateke din e ku ew êrîş bê hincet in û tenê ji bo veşartina bêdeselatiya Tehranê ya li hemberî artêşa Amerîkayê tên kirin."
Ev daxuyaniya senatorê Amerîkî di demekê de tê ku piştî êrîşên asmanî yên Amerîkayê li ser binesaziya serbazî ya Îranê, Tehranê çendîn caran bi mûşek û dronan êrîşî baregehên Pêşmerge û taxên sivîl li Herêma Kurdistanê kirine.