Li Daqûqê teqîn: Polîsekî Kurd canê xwe ji dest da

Navenda Nûçeyan (K24) – Li qezaya Daqûqê ya ser bi parêzgeha Kerkûkê, di encama teqîna bombeyeke çandî de polîsekî Kurd şehîd bû û berpirsekî Heşda Şeibî ligel polîsekî din birîndar bûn.

Li gorî peyamnêrê Kurdistan24ê, îro 25ê Adarê li bajarokê Daqûqê bombeyeke çandî li ber deriyê mala berpirsê Heşda Şeibî yê bi navê Elî Cafer hat dîtin.

Piştî ku dezgehên ewlehiyê hatin agahdarkirin, tîmên polîsan ji bo pûçkirina bombeyê gihîştin cihê bûyerê. Lê belê, di dema hewildana pûçkirina bombeyê de teqînek çêbû.

Çavkaniyekî ji Polîsê Daqûqê ji Kurdistan24ê re piştrast kir, di vê teqînê de polîsekî bi navê Mehdî Sebah ku Kurdekî Kakaî ye, canê xwe ji dest daye. Herwiha Elî Cafer (berpirsê Heşdê) û polîsekî din jî di heman bûyerê de birîndar bûn.

Hat ragihandin, birîndar ji bo Nexweşxaneya Daqûqê hatin rakirin. Herwiha hêzên ewlehiyê li herêmê dest bi lêkolîneke berfireh kirine.