Li Enbarê êrîşî navenda tenduristiyê ya serbazî hate kirin: 7 leşker hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Iraqê ragihand, di encama êrîşeke asmanî li ser bingeha serbazî ya Hebbaniyê de, 7 leşkeran jiyana xwe ji dest dane û 13 leşkerên din jî birîndar bûne.

Wezareta Berevaniyê ya Iraqê di daxuyaniyekê de aşkere kir, îro 25ê Adarê saet di 09:00ê sibehê de, êrîşeke asmanî li ser navenda tenduristiyê ya serbazî û navenda operasyonan a Hebbaniyê pêk hatiye.

Li gorî daxuyaniyê, piştî bombebarana asmanî, ji firokeyan ve gule li ser navendê hatin barandin ku di encamê de, ziyanên canî çêbûn. Hat ragihandin, 7 leşker hatine kuştin û 13 leşkerên din jî birîndar bûne. 

Wezareta Berevaniyê ev êrîş wekî "binpêkirineke aşkere û metirsîdar a yasayên navdewletî" pênase kir, ji ber ku saziyên tenduristiyê hatine bombebarankirin. Wezaretê tekez kir, mafê wan ê tam heye ku di çarçoveya yasayî de bersiva vê destdirêjiyê bidin.

Bingeha serbazî ya Hebbaniyê yek ji mezintirîn û kevintirîn bingehên Iraqê ye ku li parêzgeha Enbarê ye. Ev bingeha dîrokî berê ji aliyê hêzên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ve wekî navendeke sereke ya perwerdekirina hêzên Iraqî û şerê li dijî DAIŞê dihat bikaranîn, lê beriya niha bi temamî radestî artêşa Iraqê hatibû kirin.