Îran: Em amade ne guh bidin pêşniyarên agirbestê, lê baweriya me bi Amerîkayê nîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Tehranê ragihand, ew amade ne guh bidin pêşniyarên ji bo bidawîkirina şerê li navçeyê, bi mercê ku ev pêşniyar "aram û domdar" bin. Lê belê, Wezareta Derva ya Îranê tekez kir, ji ber serpêhatiyên tal, baweriya wan bi dîplomasiya Amerîkayê nîne.
Berdevkê Wezareta Derva ya Îranê Îsmaîl Beqaî îro 25ê Adarê di hevpeyvînekê de ligel rojnameya "India Today" bal kişand ser peywendiyên ligel Waşîngtonê. Beqaî got: "Ezmûneke me ya karesatbar ligel dîplomasiya Amerîkayê heye û bi ti awayî baweriya me bi wan nîn e."
Beqaî diyar kir, di nava 9 mehên borî de, tevî ku hewildanên dîplomatîk di navberê de bûn, Îran du caran rûbirûyê êrîşan bûye. Derbarê dabeşkirina rolên dîplomatîk di hundirê Îranê de jî Beqaî got: "Wezîrê Derva Ebas Araqçî berpirsê yekem ê dîplomasiya Îranê ye; Serokê Perlemanê jî li gorî destûrê xwedî erkên din e."
Li aliyê din, berpirsekî Îranî ji tora nûçeyan a CNN’ê re ragihand, Tehran amade ye guh bidin wan pêşniyarên ku ji bo bidawîkirina şer tên pêşkêşkirin. Lê belê wî berpirsî tekez kir ku divê ev pêşniyar "domdar û aram" bin, da ku encamek jê derkeve.
Ev helwesta Tehranê piştî daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump hat ku duh li Koşka Spî dabûn. Trump ragihandibû: "Em ligel kesên guncaw li Îranê di nav gotûbêjan de ne û ew ji bo îmzekirina peymanekê pir dilxwaz in."
Trump îdîa kiribû ku aliyê Îranî razî bûye ku tu carî nebe xwedî çekên atomî, lê wî jî mîna Tehranê tekez kiribû ku "baweriya wî bi ti kesî li Îranê nayê."
Trump herwiha destnîşan kiribû ku tîma wî ya danûstandinan ji JD Vance, Marco Rubio, Steven Witkoff û Jared Kushner pêk tê.
Tevî ku her du alî jî behsa "nebûna baweriyê" dikin, lê daxuyaniyên dawî nîşan didin ku her du welat jî ji bo dîtina rêyeke dîplomatîk a bidawîkirina şer amade ne.