Piştî pîrozbahiyên Newrozê li Diyarbekir û Stenbolê 27 kes hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî pîrozbahiyên girseyî yên Newrozê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, hêzên ewlehiyê operasyonên binçavkirinê pêk anîn. Di encama operasyonên li Diyarbekir û Stenbolê de, 27 kes hatin girtin.

Li Bakurê Kurdistanê pîrozbahiyên Newrozê îsal bi beşdariya bi milyonan kesan bi rê ve çûn. Lê belê piştî pîrozbahiyan, li bajarên Diyarbekir û Stenbolê operasyonên polîsan dest pê kirin.

Li Stenbolê, bi hinceta ku di dema pîrozbahiyan de "diruşmên qedexe" hatine bilindkirin, polîsan 38 kes binçav kirin. Piştî ku ev kes derketin pêşberî dadgehê, dadgeriyê biryara girtina 9 kesan da. Hat ragihandin ku di nav girtiyan de zarokek jî heye.

Li bajarê Diyarbekirê jî piştî pîrozbahiya mezin a Newrozê, hêzên ewlehiyê dest bi operasyonên malan kirin û gelek kes binçav kirin. Dadgeha Amedê piştî standina îfadeyan, derbarê 18 kesan de biryara girtinê da. Di nav girtiyên Diyarbekirê de hejmarek jin jî hene.

Parêzerên ku dozê dişopînin dan zanîn, muwekîlên wan ji ber hildana Ala Kurdistanê û lixwekirina kincên bi rengên kesk, sor û zer hatine tometbarkirin. Parêzeran diyar kir ku ev yek binpêkirina mafên azadiya raman û pîrozbahiyên çandî ye.