Mesrûr Barzanî: Em dê li ser rêbaza şehîdên xwe berdewam bin

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevlî behiya şeş ​​Pêşmergeyan bû, ku di êrîşa duhî de şehîd bûbûn, û paşî konferanseka rojnamevaniyê li dar xist û tê de sersaxî ji malbatên şehîdan, Serok Barzanî û xelkê Kurdistanê re xwest û ji birîndaran re jî hêviya çarebûneke bilez kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 25ê Adara 2026ê) tevlî behiya şeş Pêşmergeyên qehreman bû, ku duhî di dema bicihanîna erkê xwe yê parastina axa Kurdistanê de şehîd bûn.

Serokwezîr Mesrûr di wê konferanseka rojnamevaniyê de got, "Bi xemgîniyeke mezin, ez sersaxiyê ji xizm û malbatên serbilind ên van şehîdan re dixwazim ku kesên xwe yên herî ezîz ji bo welat feda kirin".

Mesrûr Barzanî herwesa ji bo vê xema neteweyî sersaxî ji Serok Barzanî û hemî xelkê Kurdistanê re xwest. Di pareke din a axaftina xwe de, daxwaza çarebûneke bilez ji bo wan Pêşmergeyan kir ên ku di eynî bûyerê de birîndar bûne. Tekez jî kir ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê hemî bizavan ji bo çarekirina wan bike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa got, "Ev şehîdên xedir û xiyanetê ne û ev êrîşa li ser Pêşmergeyan bê sedem hatiye kirin". Tekez jî kir, “Bi saya xwîna van şehîdan, em li welatê xwe bi serbilindî dijîn û Kurdistana me jî ji ber xwîna şehîdên me biqîmet e. Çawa ku xwîna şehîdan tu demekê bê biha neçûye, vê carê jî dê her wesa be”.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hêvî jî kir ku, daxwaz û omêdên şehîdan ji bo serxwebûn û serkeftina Kurdistanê û gelê wê bi cih bên. Tekez jî kir ku, ew dê hemî bizavan ji bo parastina Herêma Kurdistanê bike. Eşkere jî kir ku, Herêma Kurdistanê nexwestiye tevlî tu şerekî bibe.

Ev jî di demekê de ye ku, bingeheke firqeya heftê ya piyade ya devera yekê û hêzeke firqeya pêncê ya piyade ya hêza Pêşmergeyan li qezaya Soranê li serê sibeha duhî (Sêşem, 24ê Adara 2026ê) di du êrîşên cuda de ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve bi şeş mûşekên balîstîk hatin armanckirin, û di encamê de şeş Pêşmerge şehîd bûn û 30 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.