Partiya Komunîst a Kurdistanê piştgiriyê dide Projeya Yekdengiya Neteweyî

Logoya Partiya Komunîst a Kurdistanê
Logoya Partiya Komunîst a Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) - Mekteba Siyasî ya Partiya Komunîst a Kurdistanê di daxuyaniyekê de piştgiriya xwe ji bo "Projeya Yekdengiya Neteweyî ji bo Hejandina Navendên Biryardanê li Cîhanê" ragihand û tekez kir ku, yekrêziya Kurdistanê bingeha sereke ya parastina maf û azadiyan e.

Naveroka wê daxuyaniyê:

Ji ber baweriya me bi çarenivîs û têkoşîna hevpar, em piştgiriyê didin banga Projeya Yekdengiya Neteweyî ji bo Hejandina Navendên Biryardanê li Cîhanê.

Partiya Komunîst a Kurdistanê berdewam tekez li ser yekrêzî û gotara hevgirtî ya Kurdistanê kiriye û li wê bawerê ye ku yekrêzî bingeha sereke ya serkeftin, parastina maf û azadiyên me û temamkirina qonaxa rizgariya neteweyî ye; Ev jî komeke erkên hevpar ên tevalî li ser milên hemiyan dadine.

Partiya Komunîst a Kurdistanê her gav tekez kiriye ku, her duberekî û neyekiyek an belavkirina gotara kerb û kînê zirarê dide hevgirtinê, ji ber vê yekê divê bên rakirin û rêz li cudahiyan bê girtin; Ji ber ku yekrêzî nayê manaya redkirina cudahiyan, belkî ew hêzê dide bernameya xebata me ya hevpar ji bo armanca mezin a gelê Kurdistanê.

Ji bilî ku em bi tevahî piştgiriyê didin banga yekrêziya Kurdistanê bi wê mekanîzma ku yekdengî li ser hebe, di eynî demê de em dixwazin ku her welatiyekî Kurdistaî û her mirovek ku bawerî bi azadiya gelan heye li her cihê be, piştgiriya xwe ji bo projeya yekrêziya Kurdistanê ragihîne, ku ji hêla zêdetir ji 200 kesatiyên siyasî û rewşenbîrî yên Kurdistanê ve hatiye pêşkêşkirin.

Di dawiyê de, tevî piştgirîkirina li peyama siyasetmedar û rewşenbîrên her çar perçeyên Kurdistanê, em pêdivî dibînin ku ji bo Kurdistaneke azad, gelekî bextewar û çespandina aştî û ewlehiya neteweyan, gelê Kurdistanê bikare rola xwe ya çalak di van guhertinan de bilîze.

 

Mekteba Siyasî

Partiya Komunîst a Kurdistanê

25ê Adara 2026ê