Şeş welatên Erebî: Em naxwazin tevlî şerekî bibin ku girêdayî me nîne
Navenda Nûçeyan (K24) - Şeş welatên Erebî di daxuyaniyeke hevpar de êrîş û destdirêjiyên Îranê şermezar kirin û bang li Hikûmeta Iraqê jî kir ku, rêkarên pêdivî ji bo rawestandina êrîşên ku ji ser axa wê li dijî welatên cîran tê kirin bi cih bîne.
Şeş welatên Erebî îro (Çarşem, 25ê Adara 2026ê) di daxuyaniyeke hevpar de helwesta xwe ya tund li branberî wan êrîşan nîşan da, ku wan wekî "destdirêjiyên Îranê" wesf kirine, û daxwazeke bilez ji Hikûmeta Iraqê jî kir.
Kuweyt, Îmarat, Behreyn, Erebistana Siûdî, Qeter û Urdinê di daxuyaniya xwe ya hevpar de got, “Em careke din destdirêjiyên Îranê şermezar dikin, çi êrîşên ku rasterast tên kirin çi jî yên ku bi rêya çend komên çekdar li deverê tên kirin.”
Wan her şeş welatên Erebî herwesa got ku, ew bi tundî êrîşên wan komên çekdar şermezar dikin, ku ji nav axa Iraqê tên kirin û welatên deverê dikin armanc.
Welatên navbirî herwesa bang li desthilatdarên Iraqê jî kiriye ku, berpirsiyariya xwe werbigirin û rêkarên kiryarkî bi cih bînin, da ku wan êrîşên ku ji ser axa Iraqê ber bi welatên cîran ve tên kirin rawestînin, bi merema parastina tenahî û cîrantiyeke baş.
Di pareke din a wê daxuyaniyê de jî hatiye gotin, "Em mafê xwe yê tevahî û bingehîn ê berevanîkirina ji xwe li dijî van êrîşên tawankarane tekez dikin."
Ev daxuyanî di demekê de ye ku, dever di qonaxeke hestyar a aloziyên siyasî û leşkerî re derbaz dibe û xeterên zêdebûna pevçûnam zêde bûne.
Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.