Rojnameyeke Amerîkî: Trump dixwaze şerê Îranê bidawî bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump ji alîkarên xwe re ragihandiye ku ew dixwaze di nava çend hefteyên bê de şerê li dijî Îranê rawestîne. Tê gotin ku Trump dixwaze beriya serdana xwe ya bo Çînê vê dosyayê bigire.

Rojnameya Amerîkî “Wall Street Journal” li ser zimanê çend çavkaniyên agahdar aşkere kir, Donald Trump ji tîma xwe re gotiye ku ew plan dike di nava çend hefteyan de operasyonên serbazî yên li dijî Îranê rawestîne.

Li gorî wê rojnameyê, biryar e Trump di nîvê meha Gulana bê de li Pekînê ligel Serokê Çînê Şî Cînpîng bicive. Tê çaverêkirin ku Trump beriya vê hevdîtina stratejîk şerê Îranê rawestîne, daku bi destên bihêztir biçe Çînê.

Sînordariya qanûnî û helwesta Kongressê

Ji aliyekî din ve, astengiyên qanûnî jî li pêşiya dirêjkirina şer hene. Li gorî destûra Amerîkayê, Serok dikare bêyî razîbûna Kongressê heta 60 rojan operasyonên serbazî birêve bibe. Piştî 60 rojan, divê di nav 30 rojan de hemû hêzên Amerîkayê vekişîne, eger Kongress biryara "ragihandina şer" nede. Hat ragihandin ku heta niha Kongressa Amerîkayê amade nîne şerê fermî li dijî Îranê rabigihîne. Operasyonên Amerîka û Îsraîlê yên li dijî Îranê di 28ê Sibatê de dest pê kiribûn.

Trump: Me hêza deryayî ya Îranê ji nav bir

Ji aliyekî din ve, Donald Trump di daxuyaniyên xwe de amaje bi wê kir ku wan serkeftineke mezin bi dest xistiye û got: "Me hemû şiyanên serbazî yên Îranê ji nav birin. Êdî ti hêza wan a deryayî nema. Îran niha ne xwediyê ti tiştekî ye."

Trump herwiha got kir ku wî rê li ber atomîbûna Îranê girtiye û wiha berdewam kir: "Îran pir nêzîkî çekê atomî bû. Eger min sala par êrîş nekira, di nav çend hefteyan de dibûn xwedî çekê atomî. Diviyabû serokên beriya min ev kar pir zûtir bikiraya."

‘Îran peymanê dixwaze’

Serokê Amerîkayê bal kişand ser rewşa navxweyî ya Îranê û got, Tehran di bin zexteke mezin de ye: "Îran dixwaze peymanê îmze bike, lê naxwaze vê yekê bi dengê bilind bibêje. Niha ti kes li Îranê naxwaze bibe rêber."

Donald Trump di dawiyê de destnîşan kir ku wî heta niha 8 şer bi dawî kirine û ew ê di vî şerî de jî bi ser bikevin.