Partî û rêxistinên Bakurê Kurdistanê êrîşa li dijî Pêşmerge şermezar kirin
Diyarbekir (K24) – Partî û rêxistinên Kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyekê êrîşên ser Herêma Kurdistanê yên li dijî pêşmerge pêk hatîn şermezar kirin. Siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê bang li Îranê kirin ku dawî li êrîşên xwe bîne û her wiha ji qada navneteweyî jî hat xwestin ku li dijî êrîşên Îranê yên ser Herêma Kurdistanê bêdeng neminin.
Li Diyarbekirê ji aliyê Partiya Maf û Azadiyan, Partiya Welatparêzên Kurdistanê, Partiya Sosyalîsta Kurdistan, PDK-Bakur, Tevgera Vejîna Kurdistanê, PÊLKURD û kesayetên kurdistanî yên serbixwe ve li Qada Şêx Seîd derbarê êrîşa îranê ya li dijî Pêşmerge de daxuyanî hat dayîn û êrîş hat şermezarkirin. Di daxuyaniyê de hat amajekirin ku ew hevparê xema malbatên Pêşmergeyên şehîd bûne ne û bo Pêşmergeyên birîndar bûne jî daxwaza şefayê hat kirin.
Serokê Partiya Sosyalîsta Kurdistan Bayram Bozyel ji Kurdistan24ê re got: “Em vê helwestê bi tundî şermezar dikin, ev helwesteke dijminane ye, ev helwesteke li dijî hebuna millete kurd e, di heman demê de dixwazin bi van êrîşan destkeftiyên Herêma Kurdistanê ji holê rakin, em şirîkê êşa malbatên şehîdan in, bi van êrîşan Herêma Kurdistanê bi dawî nabe, bi van êrîşan qelsbuna xwe nîşan didin.”
Beşdarên çalakiya şermezarkirina êrîşa li dijî Herêma Kurdistanê bangewazî li qada navneteweyî jî kirin ku êdî dem hatiye li dijî êrîşên Îranê bertekek bibandor were nîşandan û divê saziyên navdewletî li dijî vê êrîşê bêdeng neminin. Di çalakiyê de her çiqas hêzên ewlekariyê dema daxuyaniya bi tirkî de xwestin çalakî bi dawî bibe jî beşdaran bi Alaya Kurdistanê çalakiya xwe pêk anîn.
Rêveberê Tevgera Vejîna Kurdistanê Ferît Azad got: “Van êrîşên nemirovane û hovane yên ser baregehên Pêşmergeyên Kurdistanê bi tundî şermezar dikin, bi rastî li gel ku bi aşkere çendîn caran ji aliyê rayedarên Başurê Kurdistanê ve hatiye amajekirin ku bi xwe ne aliyê vî şerê niha ne, lê dîsa jî mixabin dewleta îranê bi rengekî hovane çendîn caran êrîşî pêşmergeyan kiriye û şehîd û birîndar hene, em bo malbatên şehîdan daxwaza sersaxiyê dikin.
Cîgirê Serokê Partiya Welatparêzên Kurdistanê Cano Amedî jî got: “Ev nayê qebûlkirin, em bang li dewletên desthilatdar û saziyên navdewletî dikin ku hember Îranê helwestek nîşan bidin û êrîşên ser kurdan rawestînin, em bi tundî wan êrîşan şermezar dikin.”
Partî û rêxistinên kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê amaje dikin ku nayê qebûlkirin êrîşî pêşmergeyên ku aştîparêz û çavkaniya armiyê ne were kirin û bal tê kêşan ku eger êrîşên dijî Pêşmerge bidomin, dê Rojhilata Navîn de şer û qeyran kûrtir bibin.