Îsraîl: Fermandeyê Hêzên Deryayî yên Pasdarên Îranê hat kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rayedarekî bilind ê Îsraîlê ragihand, Fermandeyê Hêzên Deryayî yên Supaya Pasdarên a Îranê Elî Riza Tengsîrî di êrîşeke li ser bajarê Bender Abbasê de hatiye kuştin.

Berpirsekî pilebilind ê Îsraîlî îro 26ê Adarê ji medyaya welatê xwe re aşkere kir, Elî Riza Tengsîrî di operasyoneke li başûrê Îranê de hatiye armanckirin û jiyana xwe ji dest daye.

Heta amadekirina vê nûçeyê, rayedarên Komara Îslamî ya Îranê bi awayekî fermî nûçeya kuştina fermandeyê xwe piştrast nekirine.

Elî Riza Tengsîrî ji sala 2018an ve postê Fermandariya Hêzên Deryayî yên Supaya Pasdaran birêve dibe. Ew bi helwestên xwe yên tund ên li dijî Amerîkayê û welatên Rojavayî dihat naskirin. Tengsîrî gelek caran gefa girtina Tengava Hurmizê dixwar û daxuyaniyên tund li ser rûbirûbûna keştiyên şer ên Amerîkayê di avên Kendavê de didan.