Metranê Zaxoyê sersaxî li Mesrûr Barzanî û kesûkarên şehîdan kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Metranê Epreşiya Zaxoyê ya Kildaniyan di peyamekê de ji bo Serokwezîr Mesrûr Barzanî, hevxemiya xwe ya kûr ji bo şehîd û birîndarên Hêzên Pêşmerge û dezgehên ewlehiyê anî ziman.
Metranê Epreşiya Zaxoyê ya Kildaniyan Metran Fêlîks Seîd Şabî di peyama xwe de got: "Em sersaxiyê ji malbat û kesûkarên şehîdên Pêşmerge yên li Hewlêrê û hemû endam û karmendên dezgehên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê re dixwazin."
Herwiha Metran Fêlîks Seîd Şabî pesnê fedakariya Pêşmerge û hêzên ewlehiyê da, ku ji bo parastina ax û welatiyan canê xwe feda dikin.
Metran Fêlîks di berdewamiya peyama xwe de ji Xwedayê Mezin daxwaz kir ku "rehmê li qurbaniyan bike û welatê me ji her cure ziyan û belayan biparêze."
Ji ber nêzîkbûna Cejna Qiyametê, Metran Fêlîks Seîd Şabî hêvî kir ku ev cejn, bibe sedema belavbûna aştî û aramiyê li Herêma Kurdistanê û li seranserê cîhanê.